Girîngtirîn pêşhat ji bo hikumeta Sûrîyê, di sala derbasbûyî de , berfirehbûna navçeyên di bin kontirola wê bû li Rojavayê Kurdistanê.
Tevî ku Rûsya jî yekemîn pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê ava dike û di navbera Rêveberîya Xweser û hikumeta Sûrîyê navbeynkarîyê dike, lê heta niha ti rêkevtin li ser çarenivîsa deverê nehatîye encam dan.
Partîyên di nava Rêveberîya Xweser de jî dibêjin Rûsya alîyên li ser rûyî erdê, li ber çavan digire.
Nesredîn Ibrahîm, Endamê Serkirdayetîya Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) dibêje, “Divê hevsengîyek çê bibe di nava alîyên peywendîdar, bi taybet Rûsya û Amerîka, lewma çareser, dawîn dê li ser bingeha 2254 be, berjewendîyên wan jî wê parastî be û alîyên deverê jî wê li ber çavan bên girtin.”
Niha li Rojavayê Kurdistanê li gel 300 serbazan, 5 binke û hejmareke xalên serbazî yên Rûsyayê hatine pêkanîn.
Her çende alîyên Kurdî, hebûna Rûsyayê weke gaveke baş dibînin lê pêşbînî nakin, Moskow bi tenê, îsal çarenivîsa deverê yek alî bike.
Nafih Ebdulah, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, dibêje, “Ji bo çareserîyê bi awayekî giştî, sala 2020 jî têrî nake. Ji ber ku hikumetê xwe nedaye ber çareserîya destûrî.”
Piştî êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha derbasbûyî de, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi rêkeftineke destpêkî, rê da artêşa Sûrîyê û serbazên Rûsyayê ku li deverê belav bibin.
Lê ew rêketin tenê di warê serbazî de ma û rewşa sîyasî li deverê li xwe negirt.
Rûdaw