Almanya 10 milyon euro dide Rojavayê Kurdistanê

Hikumeta Elmanyayê bo jinûveavakirina herêmên ji DAIŞê rizgarbûyî ku niha di destê HSDê de ne, alîkariyeke bi 10 milyon ewroyî bide Rojavayê Kurdistanê.

Biryar hatiye girtin ku hikûmeta Merkelê, bo jinûveavakirina herêmên li Iraq û Sûriyê yên ji DAIŞê hatine rizgarkinin 100 milyon euroyî xerc bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin 10 milyonên van bo jinûveavakirina Reqa û Dêrazorê ku di destê HSDê de ne, hatine diyarkirin.

Piştî daxuyaniyê Nûnerê Taybet ê Serokê Emerîkayê yê di hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brett McGurk sipasiya Elmanyayê kir.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin