Hikûmeta Almanya îro Sêşemê ragihand ku ewê jibo erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê 53 mîlyon dolar alîkarîyên din pêşkêş bike.
Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock got ku ew vê malwêranîya mezin dibînin û piştgirî didin mexdurên wan erdhejên hêzdar.
Baerbock ew daxuyanî li bajarê Bazarcixê ya Mereşê, di hazirbûna Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser da.
Baerbock da zanîn ku ji alîkarîya nû, 33 mîlyon euro ji Tirkîyê û 17 mîlyon euro jî ji bakurê Sûrîyê re were şandin.
Wî bal kişand ku Berlînê heta niha 108 mîlyon euro dirav şandina herêmên erdhejê ku heta niha nêzî 46 hezaer kes kuştine.