ALMANYA - Bi otomobîlê da nav xelkê, bi dehan birîndar hene

.

Li bajarê Magdeburgê yê Almanyayê kesekî bi otomobîlê da nav xelkê, bi dehan birîndar hene.

Li gorî agahiyan, bûyerê li bazara Noelê rû daye ku li nêzîkî Şaredariya Magdeburgê hatiye danîn.

Medyaya Almanyayê ragihand ku kesekî bi otomobîla xwe daye nav xelkê li bazara Noelê.

Hat diyarkirin ku bi dehan kes birîndar bûne.

Bazara Noelê piştî bûyerê hat girtin û hat xwestin ku xelk navenda bajêr biterikîne.

Rojnameya Bildê jî daxuyand ku 11 kes mirine û 80 kes jî birîndar bûne.

Li hêla din, hat ragihandin ku bûyer êrişek e û êrişkar hatiye desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'