Almanya/ Kongreya Civata Kurd pêk hat

Kongreya Civata Kurd li Almanyayê, li Bajarê Stuttgartê pêk hat.

 Kongre roja şemiyê 24ê Mijdarê demjimêr di 10.00an de destpê kir û dora demjimêr 16.30an de bidawî bû.

Di kongreyê de birêveberiya kevin ji kar û xebatên xwe hat azadkirin û birêveberiyeke nû hat hilbijartin.

Demjimêr di 18.30an de bernameyeke dewlemend a çand û muzîka kurdî destpê kir.

Êvarê jî Prof.Dr.Ilhan Kizilhan ji bo xebatên bicîh û perwerdekirina keçên Şingalê hat xelatkirin.

Herwiha hunermenda navdar sopran Pervîn Çakar û lawê hunermendê navdar Mihemed Şêxo  Ravend Şêxo derkevin ser dikê.

Avrupa Haberleri

Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'
Li Fransayê êrişeke bi kêran: Kuştî û birîndar hene
Vladimir Putin qeyyûm danî ser şaxa şîrketa Anadolu Efesê ya li Rûsyayê
Annalena Baerbock: Ewlehî ji bo Kurdan û siberojeke azad û aram a Sûriyeyê girîng e