Cigîrseroka Grûba Partîya Çep (Die Linke) ya Meclîsa Almanyaya Federal Sevîm Dagdelen di civîna meclîsê de axiviye û bertek nîşanî qedexekirina alaya YPG li Almanyayê daye.
Di axaftina xwe de gotiye; "yên ku di cepheyê de li dijî rêxistina DAÎŞê şer kirine YPG ye û qedexekirina alaya wan li Almanyayê absûrd û rezalet e. Qedexekirina alaya YPG tê wateya ku Almanya notirvaniya serokkomarê Tirkiyê Erdogan dike."
Li ser vê axaftina wî Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel bersiv daye û gotiye, kes li vî welatî ji bona ku taleb ji welatekî din hatiye rêxistinekê qedexe nekiriye.
Sevim Dagdelen bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ji bajarê Erzinganê ye; li Almanyayê hatîye dinyayê û ji 2005ê vir ve parlamenta Partîya Çep e.