ALMANYA - Şevbihêrka helbestên Kurdî - Almanî tê lidarxistin

.

 Li Mala Edebiyatê (Literaturhaus) ya bajarê Dortmundê yê Almanyayê 17ê Gulanê şevbihêrka helbestên Kurdî-Almanî tê sazkirin.

Bi pêşengiya nivîskar û wergêrê Kurd Abdullah Încekan cara sêyemîn e li Almanyayê şevbihêrka helbestên Kurdî-Almanî tê lidarxistin.

Di şevbihêrka helbestên Kurdî-Almanî ya roja 17ê Gulanê de nivîskar Abdullah Încekan û Veronika Nickl dê helbestên şairên Kurd Rojen Barnas, Abdullah Peşêw, Şikoyê Hesen, Berken Bereh, Arjen Arî, Mueyed Teyîb û klasîkên edebiyata Almanî Johann Wolfgang von Goethe, Heinrich Heine, Erich Fried, Ingeborg Bachmann, Rainer Maria Rilke û Friedrich Nietzsche bi zimanên Kurdî û Almanî pêşkeş bikin.

Kemanjena naskirî Nûrê Dlovanî û piyanîst Zelal jî dê bi ahenga mûzîka Kurdî tevlî pira di navbera her du zimanan de bibin.

Bername dê 17ê Gulana 2024an demjimêr 20:00î li navnîşana “Literaturhaus Dortmund, Neuer Graben 78 | 44139 Dortmund” bê sazkirin.

Încekan, helbestên klasîk ên Almanî wergerandibûn Kurmancî û wekî pirtûk di bin navê ‘Deriyê Dil’ ji Weşanên Nûbiharê û li Almanyayê jî ji weşanên Reichert-Verlag derxistibû.

Nivîskar Încekan bi rêya Rûdawê bangî Kurdên Almanyayê kir ku beşdarî bernameyê bibin.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin
Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir
Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî
Belgefilma Malmîsanij dê li Amedê bê nîşandan