Hejmareke yarîzanên Kurd ên PUBGê ku bi navê “Kurd Squad” têne naskirin, ji bo beşdarkirina Şampiyonaya Cîhanî ya PUBGê ya li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê tê sazkirin, bo vizeyê serlêdana Konsulxaneya Almanya ya Hewlêrê kirin, lê heta niha konsulxaneyê ti bersiveke erênî nedaya tîma Kurdî ya PUBGê.
Yariya dijîtal a şer PUBGê ku li seranserê cîhanê belav bûye, niha di nav gencên Kurd jî bûye yarîya mobîlan a sereke.
Tîma bi navê Kurd Squad a PUBGê ku bi hezaran endamên wê yên Kurd hene, ji bo beşdariya pêşbirka Şampiyonaya PUBG Mobile Club Open (PMCO) a li Berlînê bibe, daxwaza hevdîtinê ji Konsulxaneya Almanya ya li Hewlêrê kiriye da ku di zûtirîn dem de vîzeya wî welatî werbigrin. Lê Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê gotiye ku mebestî wan a bo geştê ji bo vizeya bilez nagunce.
Zêdeyî hezar yarîzanê wê hene
Tîma Kurd Squad a PUBGê di Adara 2018an de hatiye damezrandin û li Herêma Kurdistanê zêdeyî hezar yarîzanê wê hene.
Tîma Kurd Squad bi rêya Facebookê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaze dike ku ji bo vizeyê werbigrin bibe alîkar.
Şampiyonaya PUBG Mobile Club Open a ku li Almanyayê bê sazkirin, ji çend xalan pêk tê û xelatê wê jî 2 milyon dolar e.
Tîma Kurdî ya PUBGê, di Hezîrana îsal de di pêşbirkan Rojhilata Navîn a PUBGê de ji nav 16 tîman bibû tîma duyemîn û bi vê encamê mafê beşdarkirina Şampiyonaya PUBG Mobile Club Open a li Berlînê bidest xistiye.
Pêşbirkên Şampiyonaya PUBG Mobile Club Open di 26ê Tirmîhê de dest pê dikin.
Arî Xelîl ê 24 salî, yarîzaneke jîr ê tîma Kurd Squad a PUBGê ye û gelek ji leyîstokên mobîlan dike. Arî Xelîk li ser torên medyayên civakî bi awayekî zindî yariyên xwe belav dike ku rêjeyeke zêde şopînerên wî li ser medyaya civakî hane.
Arî Xelîl ji Rûdawê ku beşa teknîka ya Zanîngeha Işikê xwendiye, ji Rûdawê re got: “Min di zarokatiya xwe de dest bi leyîstokên komputerê kiriye, lê ev çar sal in bi navûdeng bûme. Ji roja ku leyîstoka PUBGê derketiye ez dilehîzim.”