Amadekariyên destpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî tên kirin

.

 

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew, Emerîka û welatên hevpeyman amadekariyên destpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî dikin û egera serkeftinê vê carê ji her demekê zêdetir e.

Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de li gel Televizyona “Hure” got: “Niha dema wê yekê hatiye ku danûstandinên Kurdî - Kurdî careke din dest pê bikin”.

Ebdî got ku “biryar bû di meha Tebaxa bûrî de ew danûstandin bihatan kirin, lê ji ber pirsgirêkên teknîkî hatin paşxistin, û niha ew, Emerîka û hin welatên hevpeymanan amadekariyên lidarxistina wan danûstandinan dikin”.

Di vê derbarê de, Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro ji Welat TV re got: “ENKSê her dem ji bo destpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî amade ye, lê ya giring ew e ku aliyê din ê danûstandinan xwediyê biryara xwe be”.

*Danûstandinên Kurdî - Kurdî

16 Hezîrana 2020, danûstandinên Kurdî - Kurdî bi serperiştiya Emerîka û gerentiya Mezlûm Ebdî di navbera ENKS û PYNKê de li Hesekê dest pê kirin.

Di qonaxa yekem a danûstandinan de, her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku wan li ser ”dîtineke siyasî ya hevbeş li hev kiriye û rêkeftina Duhokê ya sala 2014an weke bingeh ji bo berdewamiya danûstandinan hilbijartiye”.

Her du aliyan li ser belgenameyeke gerentiyan ku ji 6 xalan pêk tê, îmze kir, ew xal jî ev in:

*Dubare detpêkirina danûstandinên Kurdî - Kurdî.

*Vekirina nivîsgehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bê molet.

*Rawestandina binpêkirinan dermafê endam û alîgirên ENKSê de.

*Diyarkirina demekê ji bo bidawîkirina danûstandinan di navbera her du aliyan de.

*Bidawîkirina şerê ragihandinê di navbera herdu aliyan de.

*Ragihandina binpêkirinên her aliyekî ku pabendiyê bi xalên rêkeftinê nake.

Di dawiya heman salê de ji ber derketina nakokiyan di navbera ENKS û PYNKê de danûstandin rawestiyan.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike