Amarên Koronayê li rojavayê Kurdistanê: 65 pêketin û 2 mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 65 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 2 kesan jî bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 2 kesan ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dane, yek ji wan mêrekî 53 salî li Qamişlo ye û ya din jineke 66 salî ji bajarê Dêrikê ye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 65 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin, 33 mer û 32 jin in. Haletên hatine tomarkirin: 12 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 1 kes li Tirbesipiyê, 1 kes li Rimêlan, 2 kes li Girgê Legê, 3 kes li Kobaniyê, 2 kes li Dêrazorê, 2 kes li Tebqa û 8 kes li Reqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, 40 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 689 kesan, ji wan 198 kes baş bûne û 42 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê rewşa belavbûna vîrûsa Koronayê li rojavayê Kurdistanê de, Peyvdara Desteya Tenderustiyê ya Qamişlo  Rojîn Ehmed duhî ji K24ê re diyar kiribû: Meha bê hejmara pêketiyên Korona dê gelekî zêde bibin û bilindtirîn hejmar dê werin tomar kirin.

Peyvdara Desteya Tenderustiyê hişyarî da welatiyan û got, divê welatî ji qonaxa bê re amade bin, pabendî rênimayên tendirustiyê bin û xwe biparêzin.

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn