Amarên vîrusa korona li Rojhilatê Kurdistanê aşkera bû

Li pênc parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 600 kesî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Navenda Nûçeyan - Li gor dawî amarên zanîngehên bijîşkî yên 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha 10 hezar û 889 kes bi vîrusa Korona ketine û 607 kesan jî canê xwe jidest dane.

Hejmara pêketina bi Koronayê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye: Li Sûne (1934), Urmîye (3505), Îlam (691), li Kirmanşanê (2349) û li Loristanê (2410) kes in.

Wezareta Tenduristîyê ya Îranê amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona yên parêzgehan bi awayekî cuda belav nake, lê her demekê zanîngehên bijîşkî yên her parêzgehekê amarên xwe belav dike.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e