Li gor amarên 2021î ya saziya daneyan ya Tirkiyê TUÎKê di warê tevlîbûna sûcan a zarokan de piştî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bûrsayê Amed bi 8 hezar 20 dosyayên li dadgehê, di derbarê zarokan de di rêza pêncemîn de ye.
Li gor wan amaran di 2021î de li tevahîya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê zarok tevlî 499 hezar 319 bûyeran bûne ku ji van bûyeran di 207 hezar 999an de zarok wek mexdûr, di 132 hezar û 943 bûyeran de jî wek gumanbar derketine pêş dadgehê her waha naveroka dosyayên li dadgehan yê ku zarok wek tawanbar tên darizandin bi rêjeya ji 36.6 ji ber birîndar kirinê, ji 27,2 ji ber dizîyê,ji sedî 5.1 bikarhinêrîya meddeyên hişber,ji sedî 4.3 tehdît, ji sedî 3.8 ji ber tawanên zayendî, ji sedî 26,9 jî ji di derbarên tawanên din de ne.
Civaknas Şêxmûs Sefer got “Bajarê herî ne bextewar Amed derketîye ya yekemîn. Piştî Amedê jî bajarên din ê Kurdan derketine. Ji xwe bandorek li ser zarokan jî dike. Ev dike ku êdî li gor demên berê zarok bêtir di nav bûyerên krîmînal de cîh bigrin. Li Bakûrê Kurdistanê di nav xizaniyek mezin de ye. Ev yek jî dike ku zarok diziyê bikin, gasp bikin, tiştekî bi zorê ji kesekî birevînin bistînin. Sedema din jî ew e ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe perwerde nabin. Ev jî dike ku ev zarokana ne berxtewar bin, ew zarokana ji hêla qerekterê ve, ji hêla kesayeta xwe ve hatibin şikênandin, hatibin perçe kirin. Ev jî li ser derûniya wan, li ser qerekterê wan tesîrek gelek neyînî dike.”
Li gor amarên hatine belavkirin di 2021î de ji 8 hezar û 20 dosyayên li dadgehên Amedê yên di derbarê zarokan de 4 hezar 602 dosya ji sala 2020an mane û 3 hezar 28 dosyayên nû jî di 2021î de hatine vekirin û her waha di derbarê 390 dozên ku ji encam derketibû jî biryara xirakirin û ji nûve dadgehkirinê hatiye dayîn.
Serokê Komeleya Lotûs Seyhan Alû dibêje “Li gor me sedema yekem a ku zarok tevlî sûcek dibin sedemên polîtîk in, ya duyem bêkarî, ya sêyem xemsariya malbatan, ya çarem jî bêhêvîbûna ciwanan e.”
Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê Ebdûllah Zeytûn diyar kir “Divê polîtîkayên ku zarok karibin çanda xwe, zimanê xwe û hemû proseyên pêşveçûna xwe cîbicîh bikin hebin.Divê polîtîkayên li ser esasên heq aştiyane, siyasî û sosyal hebin. Di vê mijarê de jî divê bêjim ku yên herî mexdûr Kurd in.”
Li gor heman sazîyê rêjeya bûyerên ku zarok yan mexdûr yan jî wek tawanbar derketinê pêş dadhegê li gor 2020an di 2021î de ji sedî 10.8 zêde bûne.
Nûçe: Rûdaw