AMED - Heman êrişkaran cara duyemîn êrişî Hewş Kafeyê kir

.

Li Amedê kesên ku berî mehekê êrişî kafeya Hewş Kafeyê kiribû, piştî ku hatin berdan, wan duh dîsa êrişî wê kafeyê kir.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 11ê Tîrmeha 2024an hinek kesan bi tekbîran û bi bombeyên dengî êrişî kafeyên Hewş û Kargayê kiribû.

Li dijî wê êrişê gelek aliyên siyasî û civakê nerazîbûnên xwe anîbûn ziman.

Di encama lêpirsînê de sê kesên êrişkar ên bi navê V.G, U.Y. û G.Ç. hatibûn desteserkirin lê tevî ku dîmenên wan ên kamerayê hebûn jî hatin berdan.

Heman êrişkar duh dîsa çûn Hewş Kafeyê û wan gef li karmendê kafeyê xwar.

Li gor zanyariyan wan gotiye, “Em naxwazin jinên ku cil û bergên vekirî li xwe dikin bên vê kolanê. Em dê we li vê derê nehewînin”.

Piştî nîqaşa devkî, V.G. û U.Y. û kesekî navê wî nehatiye zanîn êrişî karmendên kafeyê kir.

Di êrişê de kesek birîndar bû.

Polîsên ku ji ber êrişa berê li kolanê tedbîr distandin, midaxeleyî bûyerê kir.

Her du êrişkar dîsa hatin desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye