Heyeta Hereketa Azadî ya ji Sedat Dogan(Berdevkê Hereketê), Ayetullah Aşitî(Perpirsiyarê Teşkîlatân), Dûysal Karataş(Koordînator), Şermîn Şeker(Berpirsyarê Çapemenîyê) pêkhatî roja 15.01.2017an seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.
Li ser navê PAKê Cîhgirê Serokê Giştî Nurullah Tîmur, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî Faîz Eşîn, Abdurahman Ecer,Vahît Aba û endamê rêvebrîya Teşkîlata Amedê Mehmet Bîlen pêşewazîya heyeta Hereketa Azadî kirin.
Heyeta Hereketa Azadî, di derbarê Kongreya xwe ya dawî û bîr û rayên Hereketa Azadî de agahdarî da.
Herdu heyetan di derbarê rewş giştî ya Kurdistanê û peywendîyên partî û hereketên netewî de nêrîn û sîyaseta xwe anîn ziman.
Herdu alî jî di pêwîstîya hevkarî û tifaqên netewî de hemfikirbûn.