Amed kelûpelan hinardeyî 110 welatan dike

.

 Kelûpelên ku li Ameda Bakurê Kurdistanê tên berhemanîn bo 110 welatên cîhanê tên hinarderkirin.

Amed yek ji bajarên serekî yê pîşesazî û bazirganî ye li Bakurê Kurdistanê. Her diçe derfetên kar li wî bajarî zêdetir dibin. Li vê Devera Pîşesazî ya Amedê li kêleka kargehên cilûbergan, kargehên xorakê, mobîlya, kelûpelên hesin û gelek warên din jî hene û hilberînê dikin. Ev Devara Pîşesaziyê bo xelkê navçeyê bûye deriyekî dahatê û piraniya xelkê wê di van kargehan de kar dikin.

Serokê Desteya Rêvebir a Devera Pîşesaziya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan dibêje “Di serdema pandemiyê de hejmara kesên li vê derê kar dikirin, derdora 9 heta 10 hezar kesan bû, niha zêdeyî 12 hezar kes dixebitin. Tevî pandemiyê çerxên me zivirîn. Me hem damezrandin zêde kir, hem hilberîna xwe zêde kir, herwiha me hinardeya xwe jî zêde kir. Gotineke min heye ez dibêjim divê niha rojeva me ya Amedê veberhênan, damezrandin û hinardekirin be.”

Kelûpelên ku di van kargehan de, tên berhemanîn bo 110 welatên cîhanê tên hinarderkirin. Li Amedê di sala 2021ê de rêjeya hinardeyê li gor sala borî ji sedî 48.34 zêde bûye û gihiştiye 231 milyon û 252 hezar dolaran. Pişka herî zêde ya kelûpelên Amedê bi bihayê 111 milyon 64 hezar dolaran bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê hatine hinardekirin.

Xwediyê Kargehê Medenî Dîlek got “Hinardeya me bo welatên derve heye. Em niha berhemên xwe dişînin Brîtanya,Gurcistan û Iraqê. Ji Almanya û Fransayê jî daxwaz hene. Em ji bo wan jî dixebitin.”

Parêzgeha Amedê ji çar aliyan ve li ser rêyên stratejîk ên bazirganiyê cîh digire û ji serdemên berê heta niha bûye yek ji navendên sereke yên bazirganiyê. Di salên dawî de veberhênan li vê parêzgehê zêde dibe. Li gor Serokayetiya Devera Pîşesazî ya Amedê niha li seranserê parêzgehê 280 kargeh hene û 12 hezar kes di wan de kar dikin. Ew serokatî pêşbînî dike ku hinardeya Amedê di sala 2022an bigihe 500 milyon dolar.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir