Li 73 tax û gomên navçeya Licê qedexeya çûn û hatinê îro Çarşemê di saet 06:00 de destpê kir û heta fermaneke duyem dê berdewam be.
Li gor daxuyaniya parêzgeha Amedê ji ber operasyonên leşkerî yên ku li navçeyên Licê dest pê bikin ew qedexe hate ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê nabe bi ti awayekî xelkê wan deveran bi ti awayekî hatin û çûnê bikin yan jî ji malên xwe derkevin.
Herwiha hat zanîn ku ku piştî ragihandina qedexeyê li herêmê tevgera leşkerî dest pê kiriye.