Maşallah Dekak (Rûdaw)
Îsal bajarên Amed, Mêrdîn û Rihayê di hêla geşt û gûzariyê de demên xwe yên herî zehmet derbas dikin. Lewre hatina geştiyaran bo van hersê bajaran jî ji sedî 95 daketiye. Sedema bingehîn a nehatina geştyaran jî tirsa ji nexweşiya koronayê ye. Ji niha de karsaz û esnafên ku debara wan li ser geştiyariyê ye, bi milyonan dolar zirar kirine.
Bajarê Amedê ku bajarekî geşt û gûzariyê ye, îsal ji ber nexweşiya coronayê bê geştyar ma. Ji destpêka meha adarê û heta niha tenê 3 hezar geştiyar serdana Amedê kirine. Heta niha tenê yek geştiyarek jî bo hatina Amedê rezervasyon nekiriye.
Li gorî rêveberên Komeleya Geşt û Gûzariyê û Nasandina Amedê, sala beriya coronayê 400 hezar geştiyar hatine Amedê û wan ji bo sala 2021an milyonek geştiyar dabû ber xwe. Lê geştyariya Amedê niha ji sedî 95 daketiye.
Serokê Komeleya Geşt û Gûzariyê ya Amedê Edîp Paçal got: “Beriya pandemiyê 370 hezar geştiyar hatibûn Amedê. Evqas geştiyar tê wê wateyê ku li vir 150-200 hezar kes bi awayekî ji dahata geşt û gûzariyê debara xwe dikirin, nan dibirin mala xwe. Lê em niha li reqemên fermî dinêrin; îsal herî zêde 3 hezar geştiyar hatine Amedê.”
Li bajarê Amedê hûr û gir tê de ji 100î zêdetir otêl hene. Li gorî amarên yekitiya otêlvanan li otêlên bajêr 6 hezar textên razanê yên geştiyaran hene lê niha ew text hemû vik û vala ne.
Serdar Ay ku berpirsê otêlek û xwaringeheke dîrokî ya navdar e jî heyirî maye. Ew dibêje ji ber nehatina geştiyaran karsaz û esnafên pêwendîdar ên geşt û gûzariyê bi dehan milyon dolar zirar kirine.
Berpirsê Otel û Xwaringehê Serdar Ay jî got: “Ji sedî 5 a niha tijebûna me heye, ji sedî 95 vala ye. Karsazan di xebatên xwe de nêzî 6 hezar kes didan xebitandin. Niha 5 hezar û 500 kes ji karên xwe bûne, bê îş û bê kar in. Ger hikûmet lez nede vî karî û derzî li xelkê nede, ev rewş dê her berdewam be û xirabtir jî be.
Bircên Amedê ku bi dirêjahiya xwe piştî keleya Çînê li tevahiya cîhanê ya herî dirêj e, bi xebatên nûjenkirinê bala gelek welatan dikişîne ser xwe. Lê ji ber nexweşiya koronayê ev balkişandin nebû gaveke pratîkî û ber bi Amedê ve neherikî.