Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê 120 sal e malbata Kor Yusif biharat difroşe. Nevîyê Kor Yusif, Silêman Onur dibêje; ew 120 sal in vî pîşeyê/meslekê dom dikin ev meslek ji kale wî maye. Dermanên ku hatine ceribandin difroşin û ev dibin şîfa ji bo însanan.
Ji tewirên çayan bigre heta tewirên gîyayan û tewirên biharatan her tişt di dikanê de dihên firotin û ev nebat û biharat nexwşîyên; boronşît, zekem, kuxîn, serêş û hwd. baş dikin.
Onur dibêje; nebatên wan %90ê wê ji navçeya Licê ya Amedê tên. Nebatekî ku navê wê botav e ji nexweşîya kezebê û kanserê re baş e; herweha ev derman ji bo rovîyan jî qenc e. Herweha rûnê kendîr ne tenê ji bo nexweşên kanserê ji bo hemû nexweşîyan jî baş e û herweha li ewrûpayê doktor wê di dermankirina nexweşên xwe de bi kar tînin.