Hate ragihandin ku li navçeya Erxaniyê ya bajarê Amedê, li ser xala pişkinînê, bi hinceta ku banga sekinandinê ya polêsan neaniye cih û derbas bûye, polêsan gule berdane wesayîtê û di encamê de Abdulla Aratê 25 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Hat gotin Aratî ji ber ku bê ehlîyetê bûye, ketiye kelecanê û nexwestiye bikeve destê polêsan derbas bûye.
Piştî vê, termê Aratî rakirine morga Nexweşxaneya Erxeniyê û kesê din ê di wesaîtê de li gel wî, hatiye desteserkirin.
Piştî otopsiya di Saziya Tiba Edlî ya li Amedê, malbata Aratî cenazeya wî sipartin axê.