AMED - Polîsan bi ser MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt

.

 Polîsan vê sibehê bi ser avahiyên MED-DER û Payîz Pirtûkê de girt û gelek kes hatin desteserkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ragihand ku îro li Amedê polîsan bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîza Pirtûkê girt.

Maşallah Dekak da zanîn ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Birêvebira MED-DERê Dîlan Guvenç hatin desteserkirin.

Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatin desteserkirin.

MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide. 

Hat zanîn ku dê saet 12:00an li ber MED-DERê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn.

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir