Li bakurê Kurdistanê li navçeya Licê ya Dîyarbekirê tanka leşkerên Tirk li pîrejineka Kurd bi navê Pakîze Hazar qelibî û bû sebeba mirina wê. Cenazeyê wê demek dirêj li kuçeyê ma û piştre ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.
Hat ragahandin ku dozger di derheqê bûyerê de lêgerîn bike.
Bûyerên weha li Kurdistanê ne cara yekem e diqewimin. Di 27ê Nîsana 2016ê de jî li navçeya Amedê ya Yenîşehrê dîsa tank jinêkê Hatun Elhuman peilxandibû û bibû sebeba mirina wê û dîyarbekirî nerîzabûna xwe li hember leşkeran nîşan dabû.
Herî dawî di 4ê Gulana 2017ê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê tanka polîsan ketibû malekî û du zarokên birayên hev ên bi navê Furkan û Muhammed Yildirin hatibûn qetilkirin.
Herçiqas dewlet van bûyeran wek ‘Qeza’ nîşan dide jî lê ev ne bûyarên ku dişibin qezeyan.