Li Amed a Bakurê Kurdistanê buhayê goştê sor ji sedî 35 zêde bû. Ji ber vê yekê di nava 6 mehan de 80 qesab bi hinceta ku nikarin kar bikin deriyên dikanên xwe girtin.
Piraniya xelkê jî dibêje, beriya giraniyê, wan hefteyê carekê goştê sor dikirîn lê niha ew ji cejnê heta cejnê ancex dikarin goşt bikirrin. Yên ku nikarin goştê sor bikirin jî, goştê mirîşkan dikirin. Gelek malbat hene ku nikarin hefteyê carekê goştê mirîşkan jî deynin ser sifreya xwe.
Li bajarê Amedê buhayê herî kêm ê goştê sor gihişt 110 lîreyî. Goştê golikan ji 130 lîreyî bû 160 lîreyî. Goşt li Amedê di nava mehekî de ji sedî 35 girantir bû. Li gorî Odeya Qesaban a Amedê di nava 6 mehên dawiyê de li Amedê 80 qesab ji ber ku nekarîn pere qezenç bikin deriyên dikanên xwe girtin.
Qesab Feqî Atli got, “Îsal firotin tune ye. Ji ber ku buha ye, milet nikare bikire. Niha em difiroşin 110 TL. Goştê bi hestî wisa ye. Yên golikan bê hestî ye. Ew gihiştiye 150-160 lîreyî. Gelek malbatên ku êdî nikarin goştên sor bikirin, neçar dimînin ku goştên mirîşkan bikirin. Lê hejmara kesên ku goştên mirîşkan jî bi destê wan nakeve zêde ne.”
Welatî Mihemed Emîn Kose li ser nirxê goşt anî ziman, “Kîloyek goşt berê 30-40 TL bû niha bûye 150 TL. Meaşekî me tune ye, tiştekî me tune ye. Bi vî awayî em nikarin bikirin bawer bike.”
Welatî Adil Polat anî ziman, “Bawer bike min jî 4-5 meh in nekiriye û ez nikarim bikirim jî. Tenê ne goşt, bi kevçiyan dide me û bi heskan ji me distîne.”
Welatî Nezîr Koşar got, “Berê me 4-5 rojan carekê goştê mirîşkan dixwar. Niha mirov nikare 2 mehan carekê bixwe. Goştê sor ji cejnê heta cejnê encex. Mirov nikare bikire.”
Bermaliyekê anî ziman, “Her meh ez nikarim bikirim. Goştê mirîşkan dikarim bikirim lê goştê sor nikarim bikirim.”
Welatî Mihemed Çokan got, “Me berê herî kêm hefteyê carekî distend lê niha em mehê carekî distînin.”
Li gorî Odeya Qesaban a Amedê sedema buhabûna goşt hinardekirina ajal û sewalan a ji bo derve ye. Hejmara ajalan çiqas kêm dibe buhayê goşt jî ewqas zêde dibe.
Nûçe: Rudaw