Amedspor û Diyarbekirspor: Em çareseriyê dixwazin!

.

Nûnerên Amedpor û Diyarbekirsporê ji ber ku qadên reklamê, otopark û locayên stadyûmê bêyî ku bi wan re bişêwirên hatine kirêkirin bertekeke tund nîşan dan.

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim, diyar kir ku ger demildest ji vê rewşê re çare neyê dîtin, dê nelîstina pêşbirkan li Stadyuma Amedê nîqaş bikin û got “Em pirsgirêkan na, çareseriyê dixwazin.”

Stdayuma Amedê ya bi kapasîteya 33 hezar temaşevanan ku mazûvaniyê ji Amedspor û Diyarbekirsporê re dike, beriya destpêka sezona nû derket holê ku qadên reklamê, otopark û locayên stadyûmê bêyî agahdariya herdu tîman hatine kirêkirin.

Ev biryara ku aliyê Birêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Amedê ve hatiye wergirtin, bû sedema berteka tîmên ku salane stadyumê kirê dikin.

Serokê Amedsporê Yildirim: Me klûbên dewlemend re dikin yek

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim ji peyamnerê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî û got ku wek tîmên herêmê yên bi butçeya kêm di lîgên profesyonel de dileyîzin, bi klûbên mezin û dewlemend ên Tirkiyeyê re wekhev tên nirxandin.

Yildirim dibêje “Em ne klubên ku Fenerbahçe û Galatasarayê dewlemendtir in. Di rastiyê de, her çend ev klûb dewlemend in jî, stadyûmên wan ji aliyê dewletê ve bêpere hatin terxankirin. Lê dema ku em bi bûdceyên pir kêm hewl didin li ser piyan bimînin, û hewl didin berê ciwan û zarokên herêma xwe bidin werzîşê, em bi pirsgirêkên mezin ên aborî re rû bi rû ne. Yek ji vana jî mînaka stadyumê ye. Stadyumeke mezin û bedew a bi kapasîteya 33 hezar kesî hat çêkirin. Lê em dibînin ku ji bo bikaranîna wê budçeyek aborî ya pir bilind ji me tê xwestin. Bi salan e vî pereyî ji me distînin.”

“Em her sal 2 milyon TL didin”

Selahattîn Yildirim da zanîn ku serê klubê kirêya stadyumê, heqê elektrîkê, mesrefên personelên Birêveberiya Ciwanî û Sporê ya Parêzgehê, baca kargehan û KDV jî di nav salê 1 milyon TL didin û wiha berdewan kir:

“Ji xeynî vê îsal wan tiştek nû bi navê xercê lênihêrîna çîmenê derxistin. Ew jî nêzikî 2 milyon TL digre. Dema ku em ji o herdu kluban dabeş dikin, dike 1 milyon. Yanî pereyê ku em wek klûb didin Birêveberiya Şaxa Ciwanî û Werzîşê ya Parêzgehê digihîje 2 milyon TL. Klûbên wekî me hêza an tine ku vî pereyî bidin. Li Anadoluyê tu klûb pereyekî wiha nade. Bi giştî şaredarî, şaredariyên mezin dest davêjin vî karî. Ji bo nirxandina potansiyela werzîşê ya li parêzgehê, ji bo arastekirina ciwanan ber bi werzîşê û zêdekirina çalakiyên werzîşê, ji midûriyeta ciwanan a parêzgehê stadyûm têne wergirtin û ji klûbên werzîşê re têne veqetandin. Lê mixabin li bajarê me nêzikî tiştekî wiha nabin û li ser vê jî pereyekî mezin ji me dixwazin. Bûdce û çavkaniyên me nînin ku em vî bidin.

“Em dê nelîstan li stadyûmê nîqaş bikin”

Ev tev li aliyekî din, em hemû lêçûnên stadyûmê, kirêya bilind didin, lê qadên reklamê, loca û kantînên ku çavkaniya dahata stadyûmê ne, bêyî ku haya wan her du kluban jê hebe ji aliyê Rêveberiya Ciwan û Werzîşê ya Parêzgehê ve ji kesên din re bi îhaleyê tên dayîn. Me îro bi serokê Serokê Diyarbekirsporê Turan Îlgîn re, dest bi serdana rêxistinên sivîl ên li parêzgehê kir. Em dê ji hemû serokên xwe bixwazin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê alîkariya me bikin. Eger heya vekirina sezonê em nikaribin van pirsgirêkan çareser bikin, em difirkirin ku nîqaşa derbarê lîstin an nelîstina li stadyûmê bikin. Em dixwazin çareserî bê dît, neçareseriyê naxwazin.”

Serokê Diyarbekirsporê Îlgîn: Cihê me yê razanê jî tine

Serokê Diyarbekirsporê Turan Îlgîn jî diyar kir ku wek klûbê tesîseke wan tune û got “Cihê ku em lê bimînin û razên tine. Me serî li hin cihan da, kesî tiştek zelal negot. Serokê min (Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim)  jî diyar kir, ji me hewqas pere distînin. Li vê derê giringiyê nadin werzişê. Ne tenê me, hemû civata werzîşê ya li vir gilîdar e. Ji amatoran re jî alîkarî nayê kirin. Klûb û lîstikvanên me niha ji bo kampê li Stenbolê ne, lê dema em ji kampê vegerin cîhê me yê mayîn û razanê tine.

Ji bo vê mijarê ez jî çûm ba walî, şareda û Birêveberê Ciwanan û Werzişê lê min ti bersiveke erênî wernegirt. Her kes topê davêje ba yê din. Ev yek tenê li Amedê wiha ye. Dema ku em li bajarên din dinêrin, Sakarya, Kocaelî, Çorum, Afyon şaredariya hemû bajaran alîkariya tîmên xwe dikin. Tesîsan çê dikin û didin tîman. Ev yek tenê li Amedê nabe.

“Em wezişê dikin, siyasetê nakin”

Divê sedema vê yekê ji wan bipirsin, ji serokên îdarî, parlamenteran bipirsîn. Divê ji Wezareta Ciwanan û Werzişê bipirsin. Cihê me yê razanê tine, Li bajarê ku nifûsa wê 2 milyon û nîv e, gelo qet cihê şaredarî, Birêveberiya Ciwanan û Werzişê tîne? Cihên wan heye lê nadin. Bi awayekî, ew dixwazin ku em herin tiştê ku ew dixwazin bikin. Em li vê derê wezişê dikin, siyasetê nakin. Armanca me ew e ku em ciwanan arasteyî werzîşê bikin û li vir werzişvanên baş derbixin. Potansiyela ciwanan a ku li Amedê heye, li ti derê din tine. Xelkê Amedê ji werziş û Futbolê hez dike. Lê mixabin li navendê ji sala 1968an vir ve tesîsa Diyarbakirsporê tine. Ji sala 1968an vir ve li vî welatî ti tesîs nehatiye çêkirin.”

Çavkanî / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir