Ameîka:Em ji îddîaya ceribandina mûşekên S-400an nîgeranin

Ameîka:Em ji îddîaya ceribandina mûşekên S-400an nîgeranin

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de aşkere kir ew ji îddîayên ceribandina mûşekên S-400 ê Tirkiyê ji Rûsyayê standine nîgeranin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye: “Em rijd in ku divê Tirkiyê sîstema mûşekî ya S-400an ji Rûsyayê nekire. Lêbelê em ji hin zanyarî û îddîyên hewlên Enqerê yên ceribandina sîstema mûşekî ya S-400an jî gelekî nîgeranin. “

Herwiha Berdevkê Wezareta Amerîkayê gotiye: “Rêkeftina Tirkiyê ya ligel Rûsyayê li ser mûşeka S-400an arîşeyeke mezin bo hevpeymaniya NATOyê saz dike û rêliber gemaroyên CAATSAyê vedike ku em bi ser Tirkiyê de bisepînin. Em hêvî dikin hemû berpirsên Tirkiyê û Serokkomarê Tirkiyê birêz Recep Tayyîp Erdogan ji me têdigihê.”

Di medyaya Tirkiyê de hatibû îddîakirin ku sîstema mûşekî ya S-400an ber bi bajarê Sînopê yê Tirkiyê hatiye şandin û wê li wir werin ceribandin.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye