Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir, bi sedan leşkerên Amerîkî jî di heyama 24 demjimêrên borî de derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûne.
Piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê cara yekemîn e ku bi carekê ewqas hêz bo Sûriyê tê şandin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihandiye ku bi armanca piştgiriya hêzên wan di dema vekişandina ji Sûriyê de, dê hêzeke nû bişînin wî welatî.