Amerîka: 8 çekdarên ser bi komên nêzî Îranê ve hatine kuştin

.

Çavkaniyên herêrmî ragihandin ku di encama êrîşa artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê de herî kêm 8 çekdarên ser bi komên çekdar yên nêzî Îranê hatine kuştin. Artêşa Amerîkayê dibêje ku ew êrîş wek tolhildanek bû li ser êrîşa li ser hêzên wê ku di encamê de belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.

Roja Înê 24ê Adara 2023an, çavkaniyên xwecihî li Sûriyê ragihandin ku êrîşa şeva borî ya Amerîkayê “depoyeke çekan li bajarê Dêra Zorê kire armanc û di encamê de 6 çekdarên grûpên Îranê û 2 çekdarên din jî li biyabana Meyadîn hatin kuştin.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşemê demjimêr di êrîşeke dironê de li ser bingeheke leşkerî ya Amerîkî li Hesekê, belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 serbaz û belênderekî din ên Amerîkî jî birîndar bûn.

Artêşa Amerîkayê wekî bersiva wê êrîşê da yekser êrîşên asmanî li dijî hejmarek komên çekdar li Sûriyê pêk anîn.

Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin di daxuyaniyekê de got “Li ser fermanên Serok Biden, min desthilat da fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îşev wê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî baregehên ku komên girêdayî Hêzên Pasdarên Îranê bikar tînin êrîşeke berfireh pêk bînin.”

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihand “Êrîş bersiva êrîşa îro û zincîre êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên hevpeyman li Sûriyê ji aliyê komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê ve ye.”

Li gorî Wezareta Berevaniya Amerîkayê, armanca êrişê parastina hêzên Amerîkayê li herêmê ye û dibêje “Wek ku Serok Biden eşkere kir, em ê hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe bistînin û herwiha li cih û demeke ku em bi xwe destnîşan dikin bersivan bidin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir