Amerîka balefirgehekî leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ava dike

Li gor ajansa fermî ya Sûrîyê, Amerîka balefirgehekî leşkerî li parêzgeha Hesekê ava dike.

Ajansa fermî ya Sûrîyê “SANA” belav kir, artêşa Amerîka binkeyeke leşkerî li navçeya Til Koçer a li parêzgeha Hesekê ava dike, ku balefirgehekî leşkerî jî li xwe digre.

Amaje bi wê yekê jî kir, Amerîka bi vê gave ve dixwaze hebûna xwe li Sûrîyê bihêztir bike û navçeyên petrolê jî zêdetir kontrol bike.

Ev di demekê de ye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump di  sala borî 2019an de biryar da hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê vekişîne, ku ew biryar bi êrîşa artêşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kanîyê re hevdem bû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e