Amerîka Bang li Azerbaycan û Ermenistanê Dike ku Pevçûnan Rawestînin

Amerîka bang li Ermenistan û Azerbaycanê kir ku pevçûnên di navbera xwe de bi awayekî demûdest bi dawî bikin.


Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Washington ‘’gurbûna gijrîyê bi awayekî tund şermezar dike.’’

‘’Amerîka bawer dike ku alîyên ji derve tevli wê girjîya gur dibe dibin dê alîkarîya rewişê nekin û bi tenê girjîya herêmî gurtir bikin. Em bang li her du alîyan dikin ku bi hevserokên Koma Mînsk re bixebitin û vegerin ser danûstandinên bi bingeh’’

Li gor daxuyanîyê, Cîgirê Wezîrê Derve Stephen Biegun bi wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenistanê, Ceyhun Bayramov û Zohrab Mnatsakanyan re axifîye û ji wan xwestiye ku pevçûnan rawestînin.

Di daxuyanîyê de herwiha bo malbatên nasên wan di pevçûnan de hatine kuştin sersaxî hat xwestin.

Ermenistan û Azerbaycan li Nagorno – Karabaxê şer dikin ku li wê herêma nakokbar ji salên 90'î vir ve girjî çêdibin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne