Amerîkayê biryar da ku 3 hezar ton tovê genim dişîne Rojavayê Kurdistanê.
Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û behsa bandora hişkesaliyê li ser herêmê kir.
Li gor wê daxuyaniyê, ji ber hişkesaliyê û nebûna tovê baş, îsal berhemên mûsima genim li bakur û rojhilatê Sûriyê kêm bû û ev yek bû sedem ku tov ji bo çandiniyê kêm be û metirsî li ser çandniya pêşerojê û kelûpelên xwarinê çêbike.
Balyozxaneya Amerîka radigihîne, cotkarên Sûrî ji Ajansa Amerîkî ya ji bo Pêşxistina Navdewletî daxwaza alîkariyê kirin, ji ber wê yekê jî ew ê nêzîkî 3 hezar ton tovê genimê kalîteya wî baş ji bo cotkaran bişînin.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo jî berî nihya tekez kiribû ji bo dabînkirina pêdiviyên werzê çandiniyê yên 2021-2022, ew dê alîkariyên pêwîst pêşkêşî cotkaran bikin.
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê rûbera erdê çandî bi genim û ceh, gihiştiye 800,000 hezar hektarî. Sala 2021 ji ber nebûna baranê berheva xwecihî ji genim, tenê 180,000 ton bû, di demekê de, ku salane ji bo dabînkirina tov û nan, pêdiviya deverê bi 600,000 tonê heye.
Rûdaw