Amerîka biryara girtina keştiya Îranê derxist

Amerîkayê derbarê keştiya Îranê ya ku duh hatibû azadkirin, biryara girtinê derxist.

Amerîkayê derbarê keştiya Îranê ya ku duh hatibû azadkirin, biryara girtinê derxist.


 

Amerîkayê, keştiya Îranê ya bi navê ‘Grace 1’ ku duh hatibû azadkirin, biryara girtinê derxist.


 

Keştiya Îranê ‘Grace 1’  4ê Tîrmehê ji aliyê Rêveberiya Cebelîtarik a ser bi Brîtanyayê ve bi hinceta ku petrolê bo Sûriyê vediguhêze û sizayên Yekitiya Ewropa (YE) ên li ser Sûriyê binpê dike li gel xebatkarên wê hatibû desteserkirin.


 

Derbarê wê keştiyê de jî duh biryara azadkirinê hatibû dayîn û dihat çaverêkirin ew keştî roja Yekşemê bikeve rê.


 

Îranê jî li hember vê dest danîbû ser keştiya bi navê ‘Stena Impero’ ya Brîtanyayê li kendavê.

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e