Amerîka bo Kurdên Rojava: Hevkarîya me dê berdewam be

Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê William Roubeck pîrozbahîya cejna Remezanê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku dê hevlatî û hevkarîya wan berdewam be.

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê William Roubeck di peyamekê de cejna Remezanê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

William Roubeck di peyama xwe de dibêje, ku ew pîrozbahîya cejnê li “hevalên xwe yên Kurdên Sûrîyê” dike û hêvîdar e ku sala aştî û aramîyê be, bo tevahîya gelên Sûrîyê.

Roubeck tekez dike, ku ew dê berdewam bin li ser hevaltî û hevkarîya di navbera wan de, bi rêya bihêzkirina wê hevbeşaîya ku heye.

Bi gortina Nûnerê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê ew dê bi hev re bo avakirin siberojeke baştir ji tevahîya xelkê Sûrîyê re, bi ser hemû zehmetîyan de biserkevin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e