Amerîka cezayên nû bi ser Sûrîyê de disepîne

Hikûmeta Amerîkayê bi nîyaz e beşeke nû ya sizayan bi ser hikûmeta Sûrîyê de bisepîne. Sizayên vê carê yên Amerîkayê, wan torên bazirganî û aborî li xwe digire, ku dikevine derveyî hikûmeta Sûrîyê û alîkarîya Beşar Esed dikin.

Li gorî nûçeya Rûdawê sizayên nû, guşarê dixine ser Şamê ji bo ku vegera jêr sîbera danûstandinan, ku di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de, derbarê paşeroja Sûrîyê birêve diçin.

Hikûmeta Sûrîyê, di çar salên borî de, dest danîye ser gelek navçeyan, ku di pênc salên pêşî de, ji şerê navxweyî yê Sûrîyê, jidest dabûn, wê yekê jî wiha kirîye ku hikûmeta Sûrîyê li danûstandinên sîyasî yên derbarê paşeroja siaysî ya Sûrîyê bihêz bibe û xwe ji daxwazên opozisyonê, ji bo çareserkirina rewşa Sûrîyê vedize.

Sizayên nû, dirêjkirina pakêceke din a sîyzayên bi navê Sizayên Sîzer in, ku îsal bi ser Sûrîyê de hatin sepandin.

Armanc jê sizadana weberhênerên navxweyî û bîyanî yên Sûrîyê bû. Di Sizayên Sîzer de, dorpêça vîza û aborî li ser 39 takekse û navendan hatin danîn. Sizayên nû kurekî Esed û hevjîna wî jî dikine armanc.

Bi gotina berpirsên Amerîkî, ew du kesên malbata Esed toreke wan a mezin ji pêwendîyên bazirganî heye.

Ev yek, ji bilî ku Esma Esed, hevjîna Beşar Esed, di çarçoveya pakêca Sizayên Sîzer de, hatibû sizadan. Berpirsên Amerîkî jî di wê bawerîyê de ne ku Esma Esed, karûbarên bazirganî yên malbata xwe birêve dibe û gelek kompanyayên wê hene.

Her çiqasî Amerîka ragihandîye, sizayên sîzer Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên li jêr desthilata Rêveberîya Xweser li xwe nagirin, lê daketina nirxê lîreya Sûrî û kêmbûna çalakîyên bazirganî li Şamê, bandora yekser li ser rewşa jîyanê li navçeyên li jê desthilata Rêveberîya Xweser kirîye, di demekê de, ji bakur ve cîranên Tirkîyê ne û ji rojhilat ve jî, rêya wergirtina yekser a alîkarîyên navdewletî pê nayê dan, û beşê gelek ji kelûpelên rojane yên Rojavayê Kurdistanê, ji navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûrîyê têne anvçeyên Rojavayê Kurdistanê.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!