Amerîka dê bazirganiya zêran a Tirkiyê bo Venezuelayê bikole

Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand Amerîka danûstandina Tirkiyê bi Venezuelayê re dişopîne û heke bê tepsîtkirin ku dorpêça li ser Venezuelayê binpê kiriye dê bikeve tevgerê.

Hat ragihandin ku Amerîka bazirganiya Tirkiyê ya bi Venezuelayê re lêkolîn dike û heger bê tesbîtkirin ku dorpêçên ser Venezuelayê binpê kirine, dê Washington li dijî Tirkiyê bikeve tevgerê.

Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihandiye, “Amerîka bazirganiya hevpeymana NATO Tirkiyê ya bi Venezuelayê re dişopîne û heger biryarê li ser binpêkirinekê bide dê bikeve tevgerê.”

Hêjayî gotinê ye Amerîkayê 3 meh berê ji bo rê li ber firotina zêrên Venezuelayê bê girtin dorpêç ragihandibûn û Tirkiyê jî di sala 2018an de bêhtirî 20 zêr ji Venezuelayê kirîbûn.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku dê Cîgirê Wezîrê Darayî yê Amerîkayê ku ji têkoşîna dijî fînansmana terorê berpirsiyar e Marshall Billingslea îro înê serdana Enqerê bike û mijarên dorpêçên ser Îran û Venezuelayê bi rayedarên Tirk re gotûbêj bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin