Amerîka: Divê rêkeftina Şingalê bê cîhbicîh kirin

.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekeziyê li ser bicihanîna rêkeftin û peymana Şingalê dike û dibêje, “Pêdivî ye ew rêkeftin û peyman bê bicihanîn ji ber ku girêdayî ewlehî û seqamgirî û avakirina Şingalê ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de got, “Rêkeftin û peymana Şingalê destpêkeke giring e ji bo haydarbûna ji wan kesan ên ku bûne qurbaniyên jenosîda sala 2014ê, lê ew rêkeftin û peyman heta niha wekî xwe maye û nehatiye bicihanîn, lewma jî em tekez dikin û pêdivî ye bê bicihanîn.”

Matthew Miller herwaha got, “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê her duyan dikin ku rêkeftin û peymana Şingalê bi cih bînin, ku ew rêkeftin û peyman girêdayî dabînkirina seqamgiriyê û avakirina wî bajarkî ye.”

Navbirî herwaha ragehand, “Em daxwazê dikin ku ewlehî û seqamgiriya Şingalê bi polîsên federalî û hêzên Iraqî bê spartin, xasma ew polîsên ku xelkê Şingalê ne, herwekî ku di naverokê wê rêkeftin û peymanê de hatiye û divê bên damezrandin.”

Ew daxuyaniya rojnamevanî ya Matthew Miller piştî civîneke taybet a Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken ya bi hejmareke berpirsên rêkxistinên civaka sivîl a Êzidî û Xirîstiyan û çalakvanan re bû.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye