Amerîka: Em dê bersivê bidin êrişan

.

 Linda Thomas-Greenfieldê got, “Em dê bersivê bidin wan êrişên ku hêzên me dikin hedef.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kiribû ku dê li Îraqê peywira Hevpemaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di demeke nêzîk de biqede.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî gotibû, “Hevdîtinên ji bo vekişîna ji Îraqê berdewam dikin.”

“Em dê hêzên xwe biparêzin”

Nûnera Timî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfieldê pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde yên li ser mijarê bersivandin.

Linda Thomas-Greenfieldê da zanîn, “Heta ku em ji Îraqê vekişin em dê hêzên xwe biparêzin.”

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir hêzên Amerîkayê yên li Îraq, Sûriye, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî gelek caran dibin hedefa êrişên komên çekdar.

Koma ku navê “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike piraniya van êrişan xistibûn stûyê xwe.

“Em dê bersivê bidin”

Linda Thomas-Greenfieldê diyar kir ku êriş bê bersiv namînin û wê got:

“Ew êrişên ku hêzên me dikin hedef cihê dilgiraniyê ne û em dê teqez birsivê bidin van êrişan.”

Teqînên li Libnanê

17ê Îlonê li Libnanê gelek Pagerên ku Hizbulah bi kat tîne bi hev re hatin teqandin.

Doh jî dîsa li herêmên cuda yên Libnanê gelek amûrên pêwendiyê teqiyan.

Li gorî amarên fermî yên Libnanê, di van teqînan de 32 kes mirine û 3 hezar 250 kes jî birîndar bûne.

Linda Thomas-Greenfieldê li ser van teqînan da zanîn, “Em hewl nadin ew tiştên ku li Libnanê diqewimin wekî tiştekî biçûk nîşan bidin.”

Nûnera Timî ya Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfieldê destnîşan kir ku ew naxwazin aloziyên li Rojhilata Navîn zêde bibin û li pey çû:

“Em dixwazin Hemas û Îsraîl hewl bidin ku nekevin nav şer û aloziyên nû û ew aloziyên heyî kûrtir nebin.”

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin