James Jeffrey di hevpeyvîna ligel kenaleke erebî de ragihand, ku Amerîka gerentiyan dide Rûsyayê, ku ew piştevaniya yekîtiya axa Sûriyê dike û parastina ewlehiya sînorên wê dike.
Jeffery tekez kir, ku ew kar li ser avakirina ti dewletekê li rojhilata Firatê nakin û got: Pêwendiyên me bi HSDê re hene û berdewam in, ji ber ku ew hêz, şerê çekdarên DAIŞê dike.
Derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Kobanê navhatî got: Amerîka ji wan êrîşan dilgiran bûye û em ji Tirkiyê dixwazin ku hevrêziyê li gel me bike, da ku rûbirûbûn di nav me de çênebe.
Li ser pirsa vekişyana HSDê ji hin navçeyên gundewarê Dêra Zorê, Şanderê Amerîkî got: Ew, vekişîneke demkî ye û divê HSDê wan navçeyan dubare kontrol bike.