Amerîka: Em ji êrîşên Îran û Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê nîgeran in

.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dilgiraniya xwe li hember êrîş û operasyonên Îran û Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê nîşan da.

Cîgira Alîkarê Wezîra Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito dibêje ku ew ji êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nîgeran in. Herwiha Gavito got Bikaranîna dron û mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve bûne sedema qurbaniyan.

Derbarê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de Cîgira Alîkarê Wezîra Derve ya Amerîkayê got “Îran ji bo ku bala me ji serserkutkirina hovane ya li ser gelê xweyê herêmê rabike gefa êrîşên din dixwe.”

Derbarê operasyonên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê jî Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê got “Me dilgiraniya xwe li hember operasyonên Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê anî ziman. Me daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiriye ku di operasyonên xwe de zêdetir hevahengiyê ligel hikûmeta Iraqê bike.”

Gavito: Êrîşên Îranê nîgeran in

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, hikûmeta Amerîkayê ji êrîşên Tirkiyê û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê nîgeran e. Rayedarê rêveberiya Biden behsa proseya siyasî ya Iraqê jî kir û hêvî xwest ku hikûmeta dahatî li peywendiyên xwe yên baş ligel welatên navçeyê berdewam be.

Cîgira Alîkara Wezîrê Derve Jennifer Gavito roja Sêşemê di paneleke Encumena Atlantîkê de li Washington DC axivî got  “Êrîşên vê dawiyê yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê gelek nîgeran in. Bikaranîna dron û mûşekên balîstîk ji aliyê Îranê ve bûye sedema qurbaniyên sivîl. Ji bo ku rewş xerabtir bibe, serkirdeyên Supaya Pasdaran gefan dixwin ku dê di pêşerojê de êrişên din pêk bînin, diyar e ji bo ku bala me ji serserkutkirina hovane ya li ser gelê xweyê herêmê rabike gefa êrîşên din dixwe."

Gavito amaje bi êrişên 28ê Îlona 2022ê dike, ku hêzên Şoreşê bi dehan mûşek û drona êrişî binkeyên Demokrat li Koyê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê kirin û di encamê de 17 kes hatin kuştin û nêzîkî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Ev êrîş di demekê de hat, ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî, ku bavê wê dibêje, ji aliyê pasdarên Îranê ve hatiye kuştin, dest pê kir.

Tirkiye û hemahengiya bi Iraqê re

Berpirsa rêveberiya Biden li ser operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî axivî. Jennifer Gavito got “Me dilgiraniya xwe jî derbarê operasyonên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku di operasyonên dervayî sînorên xwe yên li dijî çeperên terorîstan de hemahengiya zêdetir ligel hikûmeta Iraqê bike. Îran ne tenê êrîşkar e ku aramiya navneteweyî tehdîd dike. Rûsya li dijî Ukraynayê şerekî hovane û bêmaf daye destpêkirin.”

Di heyama sê salên borî de, Tirkiyê bi dehan operasyonên leşkerî li dijî çeperên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Operasyona wê ya herî dawî bi navê pence kili, ku di 18ê Nîsanê de dest pê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku 423 gerîla û 62 leşker hatine kuştin. Li hember vê yekê HPGê jî ragihand ku 2 hezar û 124 leşkerên Tirk hatine kuştin û 144 gerîla jiyana xwe ji dest dane.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve ya Amerîkayê herwiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û êrişên milîsên nêzîkî Îranê jî kir. Jennifer Gavito li ser karên hikûmeta bê ya Iraqê got“Em hikûmeta dahatî teşwîq dikin ku li ser hewlên berê yên ji bo pêkvejiyana Iraqê bi herêmê re berdewam bin, ku dê bibe sedema geşbûna aboriya Iraqê, alîkariya jîngeha wê û hêsankirina hevkariyê. Em di wê baweriyê de ne ku ev yekbûn wê bibe bingeha aştiyeke mayînde.”

Gavito behsa peywendiyên Tehran û Bexdayê û nêrîna Washingtonê ya derbarê peywendiyan de kir "Rêveberî dixwaze bi Îranê re rageşiyê sist bike. Amerîka têdigihîje ku Îran li Iraqê hevparekî pir girîng e. Her du welat sînorên hevpar ên berfireh û gelek berjewendiyên hevpar hene. Em di wê baweriyê de ne ku divê peywendiyên Iraq û Îranê erênî bin, lê divê her du alî jî erênî bin. Gef û êrîşên berdewam ên komên milîs ên alîgirê Îranê, serweriya Iraqê binpê dike û baweriya gel bi hikûmetê têk dide. Ev grûpên milîs nikarin îdia bikin ku ew beşek ji hêzên ewlehiyê ne û li derveyî desthilata hikûmetê û fermandarên wê ne.”

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve ya Amerîkayê her wiha li ser peywendiyên Washingtonê û hevalbendên wê li navçe û cîhanê wek berteka li hemberî siyaset û kiryarên Îranê got "Serok Biden pabend e ku bi hevalbend û hevkarên xwe re bixebite ji bo pêşîgirtin û rûbirûbûna kiryarên wêranker ên Îranê. Gefên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê yên li Iraqê yan jî her cihekî din li herêmê nayê qebûlkirin.  Dema êrîş li gel û berjewendiyên me bê kirin em ê bibin bersiv. Di heman demê de em ê berdewam bin li ser piştevaniya gelê Îranê ku ji bo maf û rûmeta ku demeke dirêj ji aliyê rejîma Tehranê ve hatiye redkirin, têdikoşin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir