Amerîka: Em li ser êrîşên li dijî Rojava gelekî bi fikar in

.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price diyar kir: “Amerîka di derbarê êrîşên dawî yên sînorê Bakurê Sûriyê de, gelekî bi fikar e û bang dike ku hemû alî rêyên agirbestê biparêzin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, di derbarê êrîşên li ser Rojava gelekî bi fikar in.

Price di daxuyaniya xwe de fikara xwe wiha anî ziman:

“Amerîka di derbarê êrîşên dawî yên sînorê Bakurê Sûriyê de, gelekî bi fikar e û bang dike ku hemû alî rêyên agirbestê biparêzin. Em kuştina sivîlên li El Bab, Hesekê û cihên din bi tundî şermezar dikin. Em di hewla têkbirina mayînde ya DAIŞê û çareseriyeke siyasî ya îhtîlafa Sûriyê de berdewam in.

Kurdistan Haberleri

Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe
Li girtîgeha Îsfehan a Îranê 6 girtî hatin bidarvekirin