"Amerîka hişyarî daye YPGê tevlî şerê Idlibê nebin!"

Rojnamevanekî Tirkîyê dibêje, berpirsên Amerîkî hişyarî dane YPGê û ji wan re gotine, eger ew di şerê Idlibê de li dijî Tirkîyê şer bikin, Amerîka wan naparêze!

Navenda Nûçeyan - Rojnamevanê Tirkîyê û nivîskarê rojnameya Hurrîyetê, Murat Yetkîn ragihandîye, berpirsekî Amerîkî ji wî re gotîye ku nakokîyên Rûsya û Tirkîyê li ser Idlibê nabe sebeba wê ku şervanên YPGê êrişî Tirkîyê bikin yan jî di şerê Idlibê de alîkarîyê bidin rêjîma Sûrîyê.

Murat Yetkîn daye zanîn, wî berpirsê Amerîkî ku nexwastîye navê wî were ragihandin, gotîye, wan hişyarî dane YPGê ku eger li dijî Tirkîyê tevlî şerê Idlibê bibin, ew êdî wan li hember êrişên Tirkîyê naparêzin.

Wî rojnamevanî her wiha gotîye, Amerîka ji Tirkîyê re gotîye ku ewê sîstema mûşekî ya patrîyot li bajarê Hatay yê Tirkîyê daynin, bi şertekî ku Tirkîye dest ji sîstema mûşekî ya S-400 Rûsî berde.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt