Li gorî medyaya Amerîka, hikûmeta Waşingtonê ji ber kuştina rojnamevan Cemal Xaşuqçî ji aliyê Erebistanê ve hêrs bûye ji ber wê jî dê hinek ceza bi ser Riyazê de bisepîne.
Li gorî agahiyan, ji ber wê jî vîzeya 21 karmend û rayedarên îstixbarat û hikûmeta Erebistanê ji aliyê Amerîka ve hatine betalkirin her wiha hatiye qedexekirin ku cardin ji wan re vîze bê dayîn.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî gotiye, ew cezayên han ne yên destpêkê ne û dê hinek cezayên din jî bi ser wan kesên ku destê wan di kuştina Xaşuqçî de hene, bisepînin.