Amerîka ji Îraqê dixwaze hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike

.

 Birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump zextê li Îraqê dike da ku destûrê bide hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.

8 çavkaniyên ku li Bexda, Washington û Hewlêrê agahdarê mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ne ji Ajansa Reutersê re axivîn.
Çavkaniyan anîn zimên ku îdareya Donald Trump zextê li Hikûmeta Îraqê zêde dike da ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Li gorî gotina wan çavkaniyan, eger Îraq astengiyan raneke wekî Îranê dê ceza li ser bên sepandin.

17ê Sibata 2025an Wezîrê Petrola Îraqê Heyan Ebdulxenî got, "Di nava hefteyekê de hinartina petrolê dê dest pê bike.

Bexda rojane 300 hezar bermîl petrolê ji Herêma Kurdistanê werdigire."

Li gorî 8 çavkaniyan, zextên Amerîkayê bûn sedem ku Wezîrê Petrola Îraqê vê daxuyaniyê bide.

Berpirsekî petrola Îraqê ji ajansa nûçeyan a Brîtanyayê re axivî û got, "Washington zextê li Bexdayê dike da ku piştrast be petrola xav a Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ji bo bazarên cîhanê tê şandin."

Du berpirsên Amerîkayê jî piştrast kir ku hikûmeta welatê wan ji Hikûmeta Îraqê xwestiye ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Berpirsekî Koşka Spî jî li ser vê mijarê got, “Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo ewlehiya herêmî girîng e û dê destûr bê dayîn ku hevalbendên me yên Kurd petrola xwe bişînin derve.

Ev gava dê bibe sedem ku bihayê gazê jî dakeve."

Donald Trump piştî ku dest bi kar kir wekî Serokê Amerîkayê ragihand ku siyaseta zexta zêdetir li hemberî Îranê pêk bîne û dê hinartina petrola wê jî bîne sifirê.

Ev gava Trump dê bibe sedema kêmbûna petrola li bazarên cîhanê

Berpirsekî îdareya Donald Trump dibêje: "Hinartina petrola ji nû ve ji bo wê ye ku bihayê petrolê bilind nebe û zext çênebe."

Li aliyê din, Serokê Beşa Stratejiyên Amûrî yê Banka Saxo ya Danîmarkayê Ole Hansen got, "Destpêkirina hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina petrola zêdetir a li bazara cîhanê girîng e, bi taybetî piştî ku li çend deveran kêmasî çêbûye, wekî ku li Qazaxistan û Rûsyayê."

Hikûmeta Amerîkayê gotiye ku dixwaze Îranê ji aboriya cîhanî îzole bike û dahatên wê yên ji hinartina petrolê ji holê rake da ku bipêşketina çeka nukleerî ya Îranê lawaz bike.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê şeveke taybet a zimanê dayikê
Pedersen: Rakirina cezayên li ser Sûriyê girêdayî avakirina hikûmeta giştgir e
Rejîma Îranê ciwanekî Kurd bi dar ve kir
Hikûmeta Fransa banga rakirina cezayê îdamê li Îranê kir
Qubad Talebanî: Ez Kurd im, zimanê dayîka min Kurdî ye