Amerîka, li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonên dijî DAIŞê dike

Amerîka dest bi operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kir û biryar e di hefteya bê de, 4 operasyonan encam bide. Ji bo cara yekem jî gereke çavdêrîyê li navçeyeke Hesekê dike.

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Artêşa Amerîka Kenneth McKenzie ragihand, bi Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) re dest bi operasyonên li dijî DAIŞê kir, hefteya bê jî 4 operasyonan encam didin.

Kenneth McKenzie dibêje: Tevî di 3 mehên bûrî de û ji ber êrîşên li ser binkeyên me, me êrîşên xwe li dijî DAIŞê rawestandibûn, lê li bakurê Sûrîyê bi HSDê re me dest bi operasyonan kirîye.

Ev di demekê de ye, Hevpeymanîya Navdewletî hîna operasyonên xwe li Iraqê rawestandine.

Girêdayî vê yekê, peyamnêrê K24ê da zanîn, hêzên Amerîkî bo cara yekem, duhî gereke çavdêrîyê li bajarokê Til Birek yê li bakurê Hesekê kir.

Her di vê çarçovê de, hêzên Amerîkî di çend rojên bûrî de, kelûpelên serbazî û lojistî li binkeya xwe serbazî ya li Til Beyderê li başûrê rojavayê Qamişlo bicih dike.

 

Basnews

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes