Amerîka: Livûtevgera firokeyên Rûsyayê li Sûriyê zêde bûye

.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka vê mehê ve livûtevgera firokeyên şer ên Rûsyayê li Sûriyê bi awayekî berçav zêde bûye.

Şevê din di rûniştineke taybet a Komîteya Karûbarên Hêzên Çekdar de li Encûmena Pîran a Amerîkayê Fermandarê CENTCOMê Erik Kurilla eşkere kir ku ji destpêka vê mehê ve firokeyên şer ên Rûsyayê bi awayekî berçav bi armanca bêzarkirin û acizkirina hêzên Amerîkayê li ser bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriyê difirin.

Fermandarê CENTCOMê Erik Kurilla dibêje ev ne tiştekî nû ye lê a ku wan dîtiye livûtevgera ne profesyonel û ne aram li navçeyê zêde bûye.

Rêkeftineke nefermî di navbera Amerîka û Rûsyayê de li Sûriyê heye ji bo ku hêzên wan neyên beramberî hev, Eric Kurilla dibêje bi van livûtevgeran Rûsya hemû protokolên leşkerî binpê dike.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, Pentagonê çend caran ragihandiye ku armanca wan rûbirûbûna DAIŞê ye.

Kurdistan Haberleri

QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn
HSDyê li ser civînên Mezlûm Ebdî yên li Hewlêrê daxuyanî da
Serok Barzanî: Bêdewletbûna Kurdan sedema rûbirûbûna bi jenosîd û tunekirinê re ye
Serok Barzanî şehîdên Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê bi bîr anî
Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan