Amerîka: Mafê me heye em bersiva êrişê bidin

.

 Koşka Spî têkildarî êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva borî pêk hat, ragihand ku mafê Amerîkayê heye di demek û ciheke guncav de bersîva êrişê bide.

Sekretera Rojnamevanî ya Koşka Spî Jen Psakî di daxuyaniyekê de behsa êrişa mûşekî ya duh li dijî Hewlêrê kir û got ku yên ku êrîş pêk anîne, dê bi tundî bêne cezakirin.

Jen Psakî diyar kir ku Amerîka ji êrîşa li ser Hewlêrê gelek aciz e û tekez kir ku rêveberiya Joe Biden ligel rayedarên Iraqê kar dike ji bo ku berpirsên êrîşê nas bikin.

Psakî diyar ku mijara êrişê yek ji mijarên pêşî ya Amerîkayê ye û got: “Em gelek azciz bûne ji ber êrişa şêva borî ya li Herêma Kurdistanê ya Iraqê.”

Sekretera Rojnamevanî ya Koşka Spî herwiha da zanîn ku Wezîrê Derveyê Amerîkayê Antonio Blinken duh ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de peywendî daniye û got: “Ji bo naskirina ew kesên êriş encam pêkanîne bibe alîkar peywendî hatiye danîn. Lê heta niha aliyê berpirs nehatiye destnîşankirin.

Li ser pirsa “Amerîka dê tola xwe hilde? Psakî got: “Mafê Amerîkayê heye di demek û ciheke guncav de bersîva êrişê bide. Lê divê berî her tiştî berpirsên êrişê bêne diyarkirin.”

Psakî herwiha tekez kir ku Amerîka her tim girîngiyê bi dîplomasiyê dide.

Êrîşên mûşekî bo ser binke û berjewendiyên Amerîkayê nav bi nav çêdibin, gelek caran jî Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê dibe armanc, ew karwan jî dibin armanc ku kel û pel û amêran bo Hevpeymaniya Navdewletî vediguhêzin.

Şeva duşemê 15ê Sibata 2021 hejmarek mûşek li derdora firokexaneya Hewlêrê û nav bajarê Hewlêrê ketin. Li gor zanyariyên fermî, sê kesên sivîl li gel pênc belênderên ku bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin, birîndar bûne. Herwiha belênderek jî hatiye kuştin û serbazekî amerîkî jî birîndar bûye.

Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê [ li nêzîk binkeya hêzên Amerîkayê ketine xwarê, di encamê de belênderekî sivîl hatiye kuştin û pênc Amerîkî jî birîndar in.

Têkildarî êrişê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peywnediyeke telefonî encam dabûn û li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Blinken di vê peywendiyê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Blinken di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Min peywendî bi Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiriye, me piştevaniya xwe bo hemû hewlan tekez kiriye, jibo ku em lêkolînê bikin û ewên destê wan di êrişê de heye siza bidin”.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn