Amerîka: PKK û hêzên milîs li Şingalê bûne metirsî

.

 Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê azadiya olî ya li cîhanê de, raporta xwe ya salane belav kir û da zanîn, PKK û hêzên milîs li Şingalê bûne metirsî li ser nişteciyên deverê û astengî li ber vegera xelkê resen ê navçeyê dirust kirine.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di raporta xwe de, pesnê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dide û eşkere dike, tenê li Herêma Kurdistanê dihêlin peyrewên olên cuda bi fermî xwe li Wezareta Ewqaf tomar bikin, lê ev derfter li Iraqê tune ye.

Di berdewamiya raportê hatiye diyarkirin, berevajî Iraqê, ola Behaî li Herêma Kurdistanê bi fermî hatiye tomarkirin û peyrewên vê olê li Herêma Kurdistanê azad in, lê belê li Iraqê her kesê ku peyrewê vê olê be, bi 10 salî tê zindanîkirin.

Di raportê de herwiha hatiye destnîşankirin ku li Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan tenê 9 kursî ji bo pêkhateyên olî û neteweyan hatine terxankirin, lê belê li Herêma Kurdistanê ji 111 kursiyan 11 kursî ji bo pêkhateyên olî û netewî hatine terxankirin.

Li gor raporta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, heşt olên cuda li Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê bi fermî hatine tomarkirin: Îslam, Mesîhî, Êzîdî, Cihûtî, Sabîeya Mendayî, Zerdeştî, Yarsan û Behaî.

Di raportê de herwiha li ser rewşa Şingal û Êzîdî û Mesîhiyan hatiye diyarkirin, hebûna PKK û milîsên Heşda Şeibî li Şingal û Deşta Neynewa û gefên berdewam ên Tirkiyê bo ser deverê, bûne metirsî li ser nişteciyên navçeyê û astengî li ber vegera bo cih û warê xwe, li ber wan dirust kirine.

Raporta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daye zanîn, li gor raportên civaka Êzîdî, ji sala 2015an û têkbirina DAIŞê ve, PKK bi sedan xortên Êzîdî revandine û birine nav rêzên xwe.

Kurdistan Haberleri

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (309)
Romana Bextiyar Elî ket lîsteya 100 Pirtûkên Herî Baş ên Sedsala 21emînê
Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
Li navça Hekîmhan a bajarê Meletiyê 100 heb mîh ji ber berf û bahozê mirin
Wezaretê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê xwestiye zarokxaneyan bigire