Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li ser tora civakî ya twittera xwe teqîna duh li Efrînê hatîye kirin şermizar kir û ragihand, ew kiryarên terorist ku sivîl dibin qurbanî, ji kîjan alîyê ve bên kirin, nayin qebûl kirin. Hewwaha piştevanîya Amerîka ya ji bo ragihandina agirbestekê li Sûrîyê ragihand.
Mike Pompeo ragehand: “Piştî wî kiryarê terorist ê li Efrînê hatîye kirin û hejmarek mezin ji sivîlan bûne qurban, Amerîka careke din piştevanîya xwe ji bo agirbestekê li seranserî Sûrîyê nîşan dide.”
Pompeo got; “Ev kiryara şerxwaz ji alîyê kîjan alîyên milmilaneyê ve hatibe kirin, ew nayin qebûl kirin.”
Brîtanya li ser teqîna Efrînê hate deng
Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî dilgiranîya xwe ji teqînên li Efrînê nîşan da û daxwaza agirbestekê li seranserî Sûrîyê kir.
Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Derve yê Brîtanî James Cleverley li Twittera xwe teqîna duhî ya Efrînê şermezar kir û ragihand, raportên behsa teqîna Efrînê dikin, dîyar dikin bi dehan welatîyên sivîl bûne qurbanî, raportên metirsîdar in.
Got jî: Brîtanya bang li Netewên Yekgirtî û hemû alîyan dike, ta agirbestekê li seranserî Sûrîyê rabigihînin, ji ber ku Sûrîyan gelek êş û azar dîtine.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, ev wek mezintirîn teqînên heta niha li Efrînê rû dane, tê hejmartin.