Navenda Nûçeyan- Serfermandarê Amerîkayê Mark Milley bo medya Amerîkî axivî û da xuyakirin, ji hezarî kêmtir leşkerên wan li bakurê Sûrîyê dimînin û got, dibe ku ev hejmar 600 leşker be.
Amerîka, bi destpêkirina êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re, piranîya baregehên xwe valakiribûn û piştî demekê careke din bi navê parastina zeviyên petrolê vegerîyabû Rojavayê Kurdistanê.
Ev yek di demekê de ye, îro hêzeke leşkerî ya Amerîkî bi hejamreke zirîpoş û tankên Abrahams ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temirê ve çûn.