Amerîkayê balyozxaneya welatê xwe ya li Sûdanê vala kir

.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, bi fermana wî, hemû karmendên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xertûma paytexta Sûdanê balyozxane vala kirin û bi awayekî demkî balyozxaneya xwe girtin.

Joe Biden eşkere kir, şanaziyê bi karmendên balyozxaneya welatê xwe dike ku karîne bi awayekî profesyonel karên xwe encam bidin û berdewam ligel welatiyên Amerîka û Sûdanê di pêwendiyê de bin.

Biden ji herdu aliyan daxwaz jî kir ku demildest agirbest ragihînin û rêz li berjewendiyên welatiyên xwe bigrin û rê bidin ku alîkariyên mirovî bigihe destên wan.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn