Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir ku neçin Amerîkayê û êrişên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.

Amerîka hişyariyê dide welatiyên xwe ku serdana Sûriyeyê nekin û got, "Dibe ku di demeke nêzîk de êrişên çaverêkirî li Sûriyeyê çêbibin.

Ti devereke Sûriyeyê ewle nîne. Metirsiyên mezin ên terorê, aloziyên navxweyî, revandin, rehîngirtin, pevçûnên çekdarî û girtinên nadadmend hene.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi hişyariya li ser îhtimala êrişên "terorî" li Sûriyeyê, bang li hemû hemwelatiyên xweyê yên li wir kir ku bi lez Sûriyeyê terk bikin.

Konsolxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê jî daxuyaniya wezaretê belav kir. 

“Ti cihê Sûriyeyê ne ewle ye”

Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê hat belavkirin de, hat eşkerekirin ku tehdîdên ewlehiyê li gelek deverên Sûriyeyê berdewam in û bi taybetî xetera êrişên ji rêxistinên terorê zêde bûye.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin:

"Li Sûriyeyê dibe ku êrişa terorî çêbibe, terorîst dikarin cihên ku qelebalix lê dicivin bikin hedef.

Divê ti devereke Sûriyeyê wekî ewle neyê dîtin. Di cih de ji Sûriyeyê derkevin.

Êriş dikarin li deverên vekirî yên giştî, otel, kulûb, xwaringeh, cihên olî, dibistan, park, navendên kirîn û firotinê, sîstemên veguhastinê yên giştî û cihên ku qelebalix lê kom dibe bi hişyariya kêm an bêyî hişyariyê çêbibin."

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan
Pentagon: Em dê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê kêm bikin