Amerîkayê darvekirina 4 Kurdên Rojhilat şermezar kir

.

 Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Îranê bi tundî darvekirina 4 ciwanên Kurd ên siyasî yên Rojhilatî ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve şermezar kir.

Daxuyaniya Nûnertiya li ser hesabê Xê yê platforma medyaya civakî hat dayîn, "Îdamkirina 4 ciwanên Kurd nîşan dide ku Îran bi awayekî eşkere mafên mirovan paşguh dike."

Hat diyarkirin ku Amerîka ji ber van biryaran wê Îranê ji binpêkirina mafên mirovan berpirsyar bibîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî raporên ku ketine destê nûnertiyê, 4 ciwanên Kurd rastî îşkenceyên giran hatine û darizandina wan ne adilane ye.

Bi biryara Dezgeha Dadwerî ya Îranê, 29ê Çile saet 05.00ê sibehê, 4 ciwanên Kurd ku hemû girtiyên siyasî yên temenê wan di navbera 26 û 29 salî de ne, li Girtîgeha Gezel Hesar a Kerecê hatin îdamkirin.

Îranê diyar kir ku biryara darvekirina ciwanan bi hinceta ku têkiliya wan a sîxuriyê bi Mosadê re heye hatiye girtin.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'